Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

AKP’ê carekdî dest bi qeşmerîyê kir

AKP’ê carekdî dest bi qeşmerîyê kir

Wekî tev başar, navçe û gundên Tirkiyeyê Wan jî hêcana harîkariya AKP’ê dibîne. Di Wan’ê de torbe, cihal û poşetên harîkariya xwarin, vexwarin û kincan, kolan bi kolan digerin.

Evên min goti de torbeyên komirê jî lê zêde bikin û hêcana xwefirotan bînin pêş çavên xwe.

Van rojan kolanên Wan’ê pir birengîn in, an ku pir bi pêşçav in me got.

Bawerim tev kolan û taxên bajar, navçe û gundên Tirkiyeyê de ev hêcane heye, belê a Wan’ê ji hemûyan pêtir girîng e.

Lewre Wan ji AKP’ê re pir girîng e.

Wan ji AKP’ê re armancek cida ye.

Wan ji AKP’ê re di aliyê xapandina kurdan re cihekê cida digire.

Îro 23 sermawezê ye. Erdheja Wan’ê îro dibe yek sal ku qewimti. Serokwezîrê Tirkiyê dê îro li Wan’ê be. Çawa derdên me dermankirîye dê ji me re bêje. Ê xeşîm jî be dê jê bawer bike.

Hikometa AKP’ê ji wan^+e re çi kirîye û çi nekirîye dê dinîvînek dî de nivîsin. Em îro zivirîn mijara xwe.

Ê xeşim, ê nezan, ê xwe ne nas, ê gelê xwe ne nas, ê welatê xwe zimanê xwe ne nas, di vê lîstîka AKP’ê de cihê xwe girtiye.

Lewre kurdên Wan’ê  ê di vê mantiqê de razayîne.

Lewre kurdên wanê, bi cidahi gelên Wan’ê lîstikên ser Wan’ê çawa tên lîstin re biçavên xwe re dibînin, belê carek dî minfiatê xwe de xwe difiroşin.  

A min sala 2012’ê meha sermawezê û roja duşemîyê dikolana me de bi çavê xwe dîti ez êxistim nava gomanek pir kûr de.

Ev mîneke di kolana ma de di pêş çav bûn. Di minînim gomanê de tev kolanên Wan’ê û taxên Wan’ê de çi çîraçep, çi sêhkeri, çi dek û dolap tên kirin ew cida ye.

Lewre kolana me de torbên komirê liber derê hindik mirovan çawan hatina danan, destê hindik mirovan de “OFO” (Ofo cihazek ku bi alatirîkê xwebite û germahiyê bide re dibêjin.)  tê de çawa pêş çavên me xwe hejandin û çûn, me bi çavên xwe dît in.

Em man şaş! Em man behitî.

Herê gelo di bajarê Wan’ê de tenê evan mirovan dierdhejê de xîzanî dît?

Herê gelo misilman tenê ê rexgirê AKP’ê nin. Ê rexgirê AKP’ê nebin ew misilman nîn in ku harîkariya wan nahê kirin. Di vê sedemê de tenê harîkariya ê misilman tê kirin û ê dî re nahê kirin? 

Di bajarekê, navçeyêkê an jî gundekê de ev cidahiye gor kîjan mantiq û aqili re tê kirin. Kî misilman e, an jî kî nemisilman e gor çi tê tespît kirin.

Ooof, camê!

Ez jî bi çi re mêjiyê xwe tevlihev dikim.

Ma nevê ku mirov hişên xwe bîne serê xwe?

Mirovên xwefiroş hene û ên xwenefiroş jî hene.

Divê es hesabe çendî çendan xwe firoşin û çendî çendan jî xwedî nasname û şeref û hesîyeta xwe ne, vê bizanim.

Ev jî sanahiye.

Dihilbijartinan de tê pêş çav.

Ê xwedî şeref, xwdî namus, xwedî hesîyet, ziman nas, xwe nas, gelê xwe nas, welatê xwe,dîroka xwe, çanda xwe nas û hwd. di gor aqil û hişên xwe de qirara xwe bide ew mirovek pîrozwer û hêja ye. Ev ji kîjan gelan be ne girîng e. Belê ê ji gelê bindest be ew ji hemîyê pêtir girîng e.

Dilê me disoje. Hinav, dilk û mêlakên me tevlihev dibe.

Evan kirêtiya em bi çavên xwe dibînin, pêtir em dihelin.

Êk dê bê û wekî dîka dialiyê xapandina me re bang bide, em jî bi vê xapandinê de dê xwe, gelê xwe, welatê xwe û têkiliya mafê mirovan jibîr bikîn, xwe berdîn pêşîya van nîgaşan.

Seba torbê meqeqerna a komirê û her tişt ê dî de, dê xwe wekî kincê qirêju danên bin pê.

Em xwe, şeref û namusa xwe, gelê xwe, welatê xwe, nasnameya xwe û a pir giring jî zimanê xwe firoşîn malê dinyayê. 

Hey qeda, bela stahê me de be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10