Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

AKP û pêngava vebuna demokratik

AKP û pêngava vebuna demokratik

Ji biharê heta îroj bitevahî kurd, tirk û welatên herêmê û ên cîhanê li benda vebûna demokratik a AKP’ê bûn.  Mizgînî bi tevahi gelan re ew roj hat û R. T. Erdogan bi   propogandaya xwe a van rojan de, bendewarîya me a vê pakêtê aşkera kir.  Em tev gelên herêmê, bi careke din jî kurd pir goman de li bendê bûn.

Wekî tev kurd û gelên herêmê ên tên şelandin, tepeser (an jî pêneser) kirin û xapandin re gomanên min jî mehîn û pûç bûn.

Di seri de wekî min goti bi hezaran şikur îroj sî îlonêye û serokê AKP’ê serokwezîr R. Tayîp Erdogan bi xîreta xwe re û gor xwe û zîhniyeta xwe, vebûna demokratik re dîtina xwe a cîhanê de yêkemîn îna ziman. Gor partîya wi û zîhniyetên alikari wi ev pakîte ji bo tirk û gelên Tirkiyeyê dîrokî bû û dê Tirkiye bibe welatek demokratîk.  

Wekî me goti em tev li benda wi bûn û îroj ewi hiş û hizirên xwe temaşeyî nava çavên me kir û di saetetekê jorva tev qanalên tilevizyonên xwe de gomanên me tevlihev kirin.

Di vebûna axaftina xwe de an ku hêj dest neavêti xalên vebûna demokratik de min ev xalene fêmkirin.

Di vê vebûna demokratik de serkeftin tene destê xwe û partîya xwe de îna ziman. An ku ev têkoşîna pêngava vebûna demokrasîyê de kar ê wi û partîya wi ye, tu kesê harîkariya wi nekirîye.

Di vê vebûna axaftina xwe de xwe, qadroyên partîya xwe û hilbijarên deng dayî xwe re pesn dan. An ku mehdê wan kir.          

Di sîyaseta tirki de tu mixalefeta wi çu nîn e. Di vê sedemê de, ji çu nebûna mixalefetê de pêngavên di aliyê mafê mirovan de, ên hati avêtin de tene xîreta xwe û qadroyên xwe dibîne. Di avêtina van pêngavên mafê mirovan de pişka herî mezin a xwe îna ziman. Ev hindik jî be rast e, belê set mixabin rikdariya xwe û dijminiya xwe a ser geli înkar nekir.

Di vê vebûna demokratik de aliyekê di nalê de aliyekê ji bizmarê de. Aliyekê ji vebûna demokratik a nava wê vala re axaft aliye dî de jî înkara gelan ji bîr nekir.  

Di vê axaftina xwe a vebûna demokratik de navê kurdan nehilda devê xwe.

Di axaftina xwe a vebûna demokratik de ji zêhniyeta tekparêz de tu pêngav paşve neavêtin. Bi giranahi axaftina wi di mijara tekparêza welat de bû an ku di vê mafê de bû.

Gor axaftina wi yanzdeh sal pêşîya îroj dema kevti hikometê programa wan de ev vebûna demokratik hebû û îroj jî bi gelê xwe re daxuyanî  kirin  dikîn. An ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan ev vebûna demokratik neînayne. Di vê mijarê de tev hêvîyên kurdan tevlihev/aloze bûn.

Di axaftina wi a vebûna demokratik de bi giranahi ev mînakene hebûn.

Dawiya axaftina xwe a rik jê dibare de dest avêtê xalên vebûna demokratik xwendin. Dawiya van xalan de jî ew xalên ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan xwendi rasti jî kurdan ew xal bi têkoşîna xwe re qazanç kiribûn. A rast, kurdan  ev heqên xwe bi kar anîn bûn.

Ji xalên nava vebûna demokratik de a pir bala mirovi dikêşa perwerdehiya zimanê zikmakî bû. Lewre ev xale kurdan pir eleqeder dike.

Di vê daxuyaniya xwe a vebûna demokratik de zimanê kurdan wekî zimanê netewî, wekî dawiyê, îroj jî qebul nake. Lewre dibistanên netewê de, bi zimanê kurdî re perwerdehîyê bidin carek dî qedexe ye.

Min nivîsîna xwe a pêşîya vê nivîsîne de ji bo xwedî derketina zimani re ev hevokên jêr nivîsî bû.

“Ziman mirov e, mirov jî ziman. Hebûna mirovan bi hebûna zimani re mimkun e. Hebûna gelan bi hebûna zimanê wan re heye. Heke ziman çu nebe cidahiya mirovan jî çu nabe.  Cidahiya mirovan û hêwanan bi fêmkirina ziman re dîyar dike.” Hwd.

Gor wi heke te pere hebin perwerdehiya zimanê xwe bike, heke te pere çu nebin tu bi zimanê xwe perwedehiyê nakî. An ku dibêje  kurdno, heke te pere hebin tu mirovi, heke te pere çu nebin tu nemirovi.

Rasti jî hêvîya wi tu vebûna demokratik nîn e me ew dizanî. We dîyar e hêvîya wi ew e ku qadroyên xwe pêtir li welat cihbike û berheviya hilbijartina şarederiyê bike. Xewna wi a herî mezin jî, Tirkiyeyê wekî Îranê bike dewleta şerîat.

Ji bo minfeatê xwe tirki agahdar dike. Lewre muxelefeta hemberî wi a herî girîng kurd in, ew vê dizane.  Di vê sedemê de tirkan re dibêje ez dê kurdan bi van xalên nîveka wê vala re xapînim an jî razênim, heta digehim armanca xwe.

Ev zêhniyeta qadroyên AKPê tê vê wateyê. Mirovek dikeve ber sekeratê. Xwedîyê mirovi jî naxwaze ev mirove ji sekeratê derkeve. Roj bi roj hindik hindik xwarin û dermana didin wi. Di zanin ev mirove dê jîyana xwe winda bike belê, jîyana wi a dinyeyê dirêj dikin. A R. T. Erdogan û qadroyên wi jî di aliye kurdan de ev mînek e.

Ez hêvîyê ji xwendevanê xwe dikim bila tu kes fêhm neke ku ez di bejim kurd kevtîne ber sekeratê. Em dizanîn û dibînin kurd rasti vê/van hikometên tirki hêzekî herî mezin in û dem bi dem jî xîmê wan dihejîne. Îroj ew roj in.  

Wekî dawiyê de min di nivîsînek xwe de goti, ew jî “ez dê bi hinik hindik pirsgirêka kurdan çareser bikim heta ku ez digehim armanca xwe paşê jî çavê xwe li wan niqînim” dibêje. Dîroka tirki bi van mînakan re dewlemend e.

Ma ewi bi devê xwe negoti bû ji bo çareseriya pisrgirêka kurdan an jî ji bo vebûna demokratik hewce bibe dê jehre baldiran vexwem. Herê gelo R. T. Erdogan pirsgirêka kurdan dê bi van xalên vebûna demokratîk a vala re çareser bikî.

Ev pakête ji kurdan re çu çareseriyê nayîne, hêj pêtir aloziyê, zilmê, kevtina hepisan, xapandinê û hwd. diîne. Ev pakête ku ca edet cihê xwe bibîne re hatiye daxuyane kirin. Kurdno, bes sere xwe rast û çep bihejîn e, ev çîroke bi me kurdan re ev sed sal e tê gotin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10