Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

36 hezar car pîroz be!

36 hezar car pîroz be!

Hilbijartin bi dawî hatin û serkeftiyên vê hilbijartinê bloka kurd û dostên wan in.

Niha heqê me kurdan e ku têrî dilê xwe vê serkeftinê pîroz bikin.

Berî her tiştî diviya em kurd gelek baş analîza vê encamê bikin û li gorî wê bloka heyî hê xurtir û berfirehtir bikin; xuya ye, dermanê me tifaq û hevgirtin e.

Siyaseta kurd, piştî vê destkeftinê ku hema bêje Bakurê Kurdistanê giş girte destê xwe û sînorên desthilatiya xwe (ji bo Kurdistana Xweser ava bike) diviya bingehê xwe qewîtir bike û li cihên destxistî singê kurdayetiyê bi awayê ku careke dîtir çu hêz nikaribin rake, lê bikute û serweriya xwe lê dabîn bike.   

Îro bi grûbeke ji 36 kesan pêk tê, ku reng û dengên Kurdistanî ne, bloka kurd dê li Parlamentoya Tirkiyeyê, li qada sivîl a siyasî doza kurdîniyê ya nasname û ziman û desthilatiyê bimeşîne.

Ev barê van bijartiyan gelekî dijwartir dike, piştî vê, mimkûn e, “dijmin” bi awayekî tûjtir berê xwe bide û hemû rê û rêbazên “kirêt” bixe dewrê.

Ligel ku ev fersend û deraveke dîrokî ye jî, di heman demê de bargiraniyeke gelekî mezin e.

Siyaseta kurd, diviya berî her tiştî analîzeke gelekî kûr û berfireh derbarê encaman de bike:

Sinyalên vê encamê bi xwe re belav kirine çi ne?  

Berî her tiştî, windakirina Dersîmê dive gelekî baş bête analîzkirin, balkêş e, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, di axaftina şaneşînê de –ku kêm maye xwe bi navê “Muhteşem Suleyman” îlan bike- çend caran bi zanîn gotina “Kurd” û “Zaza” cuda cuda bilêv kirin. Ev sinyalek e bo dema pêş ka dê hikûmet û dewlet li dijî kurdan li ser kîjan binemayî siyaseta xwe bimeşîne.

Erdogan, li vê derê jiberxweve neaxivî, xerîteya hilbijartinê girt destê xwe, dît ku zemîn bo peydakirina “dubendiyeke” wiha çêbûye, loma ev yek derxist pêş.

Diviya tevgera kurd a siyasî, kurdên zaza demildest entegreyî xwe bike û nehêle ku bibin bingehê îstismarê.

Erdogan, her wiha div ê axaftina xwe de, sînorên “împaratoriya” xwe jî destnîşan kirin û mesaj da ku ew ê li ser rêka “Qanûnî” di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de nîrê xwe dabênin.

Ligel vana hemûyan jî, siyaseta kurd mecbûr e, dest ji jargon berî hilbijartinê ya propagandatîf berde û li gorî vê konsepta nû, jargoneke nû ya xurtir birêse.

Siyaseta kurd ji bo AK Partiya ku ji sedî 50 dengên Tirkiyê wergirtiye, îkna bike û bîne ser maseya muzekereyan û wek aliyê kurd daxwazên xwe bi serê wê xe.

Dîsa ji dil û can serkeftina yeketî û hevgirtina kurd û Kurdistanê – bi taybetî Culemêrg, Wan, Şirnex, Amed û Mêrdînê pîroz dikim û bixêrhatinê bi beşdarîbûna vî karwanî ya Agirî, Qers, Çewlik, Edene, Mêrsînê dikim û Stenbola ku bajarekî kurdan e jî li ser dilê xwe digirim.

Kurdan bi vê encamê nîşan da ku li ser riya rast in û heta ‘Kurdistaneke azad’ riya me gişan vekirî be!     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi