Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

15 ‘Onbêş tehtîla’ zivistanê

15 ‘Onbêş tehtîla’ zivistanê

Berî bi rojan kutekuta dilî bû, dê biçûma gundî. Zivitan e, ahe çilê zivistanê qediya, beçe tê. Sersaleke nû qulipî û bi baş û xirab va ye sibê karneyên me didin. Divê ji îro de ez berheviyên xwe bikim.  Sibê sae 7:30ê minûbûsa Zawîteyan dê ji nik Qantarê rabe. Hema ser piyan jî cihek hebe, ez û Elî dê biçin.

Elî, kekê min e, ew salekê li pêşiya min dixwîne, ez û ew hema bêje wek cêwiyan mezin bûne, tu me bibînî, nizanî kî ji kê mezintir e. Heta ji ber ku ez reşesmer û ew kej e, gelek min mezintir dihesibînin.

Gelo niha gund çawa ye? Dema em hatin, hêj payiz bû, heta serê payizê bûn. Hêj gwîz nehatibûn daweşandin, birinc hemî nehatibû dirûn, genimok her li cihê xwe bûn. Lê niha, êdî zivistan e.

Dayika min li ber çavên min zindî dibû, bavê min jî. Jixwe ez qet behsa xwîşk û birayan nakim, nexasim xwîşkên min ên cemik…

Ji bo hemiyan bi hizaran xiyal û xwezî di dilê min de geş dibûn; erê, ev e ew roj bû û bîskek dî ez ê biçûma “onbêş tehtîla zivistanê” û min ê hezar hezar xwezî ser dilê xwe pêk bianiyana.

Gelek caran, rê girtibûn. Kêm caran bo onbêş tehtîlê minûbûs heta nava gundî diçû. Piranî siwariya me li dûv Pira Hêşetê, an jî li binê Kenda Tixûbê bi dûmahîk dihat. Ji wê derê pê de, bi rêka befirê saet duyan em dimeşiyan, wercên me nav milên me, piyên me yên biçûk û nazik befir dikêla, kê pa guhê kê li sir û sermayê bû, eve em diçûne malê; Bo dîtina dê û bavo, dinya bi ser me de hatiba ne xem bû.

Gava minûbûs, ji rêka qîr derdiket û li Dû Pira Şotê vajî dibû û di geliyê kûr û teng ê Tiyarê re berev Bingare diçû, êdî ronahî dihate gwînê me û hezar kulîlk li ser dilê me şîn dibûn.

Gelo niha dadê çi lênaye, şîv çi ye? ahe, bi xwedê ji niha ve ez birçî bûme qatî. Bi xwedê, vî bayê gundî jî têra hindê kir ku kulb min bibe…

Dê dê dê!, hêdî hêdî minûbûs di kend û kortên rêka axîn re dikişiya û berê xwe dida devê gelî. Her ku ber bi jorê ve diçû, berfir stûrtir bû, şîvik û newal heta guhan tijî bûn ji reniyan û xanî di bin tilên berfê de nixaftibûn. Nizar û beroj hilû bûn. Ji bilî hin çilixtên berojî ku berfê zû berdida, hema bêje kirasê spî her der pêçabû.

Ahe bi xwedê eve em Kaniya Çuzî jî daborîn, rêka Bilêcan û Marîfan heta vê derê ye, jê pê de girtiye. Rêka aliyê me hêj diçû. Girsê weke her demê bi xweşikiya bûkeke spî em pêşwazî dikir û rêk li dûv Pira Hêşetê radiwestiya. Jê pê de em û bextê xwe… Em neh deh kes hebûn, mezinê me şofêr bû, ew jî dê heta Zawîtê hatiba gel me. Jê pê de em bi serê xwe bûn. Ne xem bû, lê seyên Tixûbiyan ên har, tirseke mezin dixiste dilê me, xwedê bikira ku mirov zû pê bihesin û seyan bihewînin. Çi duayên me dizanîn bi carekê de dihatin ser devê me. Ax xwezî, me duayek we bizaniya ku devê seyan pê bibeniya û em bi silametî derbas bûna.

Îja, hinek hevalên şûm jî ji qesta hin çîrok û serhatiyên ser seyan digotin ku wê gavê heke xiştexişta simorekê hatiba dilê me ji pişta me vedibû û ziravê me dibizdiya.

Ohh, şukir Silêmanê Tixûbî zû bi hatina me hesiya û ber seyan kir. Piyên me bûbûne av, em li mala xwe kirin mêvan. Mêta Binevş gelekî nande bû, xwedê jê razî be, piçekî bêhna me verest, me çayek vexwar û piçekî dest û piyên xwe germ kirin. Serê tiliyên destê min, xav bûbûn ji sermayê. Piştpêyek befir hebû û tenê şûnpiyên mêrekî bi liyanan hatibû vekirin rê, ku piyên me yên kurd hin fireh nebûn, em nedişiyan şûn piyên wan gavên xwe biavêjin. Lewre me ji nû ve befir dikêla… Lê ma xema kê bû, eve em diçûne malê.

Ber êvarî ve em digihîşte Bestê. Êdî Gûzereş ji me xuya bû. Rê xweş bû êdî. Zehmetî xilas. Şukir bo Xwedê em gihiştin. Gelo dayika me çi lênaye şîvê, îja dilê min çend diçe Girara Şêliman, goştê hişkirî yê parsûyê li ser. Erê erê, birncê karûkê jî dibû, wele hez ke bila gulol be, heta ez bi girarên nermikê jî razî bûm.

Li Gundikî hêj em negihiştin ber Dêrê, -helbet heta vê derê gelek ji bira me veqetiyabûn û malên wan ser rê bûn, em sê çar kes mabûn, ez, Elî û du kesên dî- dengê bangê Seîdê Neflayê bi ser me de hêl dibû. Jixwe dengê mela Seîd –wî gelek hez dikir ku bibêjinê mela- hin bor û bilind bû, çi pêdivî bi hoperloran nebû.

Bo nimêja merxeb em êdî li mal bûn. Bîskek dî şîv dê bihata, lê dîtina dadê û babo, ji zû ye westiyan, terbûn, birsîtî ji bîra me biribû. Offff, çi bêhneke xweş… xwedê, çima ewil min av vedixwar. Havîn ba, zivistan ba hez ke pûk û bager ba, gava min pê li Gûzereşê dikir, min kesera xwe, tîniya dilê xwe ewil bi ava wê dişkand; hoo xwedanê mirazan, ew bo çi ava wê hind xweş bû, ku mirovî çend jê vedixwar jê têr nedibû.

Bîskek dî, şevê kirasê xwe li gundî pêçabû. Min hêj ji çavên xwe bawer nedikir ku eve ez im û li malê me. Bêhnek dî dayika min kartol têdikirin nav xwelîmora tenûrê û hingorî me dê ew bixwarana. Çi tahmeke xweş bû… Şev bi çîrokên bapîrê min digeriya, pê re kakil û hingvîn dibû xwerekê ber çîrokê…

Lê a ji hemûyan xweştir, sibê gava hişiyar dibûm, min baş dêhna xwe didayê ku eve xewn nîne û rast e, ew kêfxweşiya wê hingê, bi çi peyvan nayê tarîfkirin…

Îja Omero de here û bi têra dilê xwe bi befrê bigevize; tu gulomişkanê dilîzî, ser bana qeleqoçkan dadidî, di bin tilî re tûnel û şikestan çêdikî, diçî ber dûnê, kolê xwe hildidî û diçî ser kurşeyan… ma kî dê te bigire kî!?

Onbêş tehlîl ew dem bû ku di temamê salê de bo cara yekê malbat hemî dihate ser hev û me têra dilê xwe dem bi hev re diborand lew zivistanê hemû rêk digirtin.    

Ez qet behsê vegerê nakim, hema tenê dikarim bêjim, me heftêyek berê de dest pê dikir dua dikir da ku befir bibare, aşît veresin, rêk bêne girtine û em çend rojek dî jî li mala xwe bimînin. Hêj niha jî gava tê bîra min kulek tirş li ser dilê min dipengîtin.

Xwezîya wan Onbêş Tehlîlan…  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi