

Rewşa Zimanê Kurdî
Ji mîrê kirmanciya modern mîr Celadet Alî Bedîr-Xanî di bêje:
>> Me zanî ko xweseriya me, di zimênê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimênê xwe û bi parastina wî, di cıvata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.<<
Li ser rûyê cîhanê de miletek bi zimên û çanda xwe ve tê nasîn. Bi iznaha Yezdanê Dilovan ez jî dê vê nivisa xwe da behsa rewşa zimênê kurdî û kurdan bikim. (Kurdên ko Tirkiyê dijîn)
>> Sed sal berê se'natkarên welatê me tev ermenî û suryanî bûn. Evan herdu miletan jî bi zimanê kurdî dizanîbûn Dengbêjên wan hebûn, bi zimanê kurdî distiran. Di bazaran de, di gundan de hakimiyeta zimanê kurdî aşîkar bû <<[1]
Nivîskar Süleyman Çevik nivîsa xwe ya kovara Nûbiharê de beriya sed salan rewşa zimanê kurdî nîşanî me da. İro em kurd rewşeke ûsa da ne, zimên û çanda me ber bi windabûnê di çe. Piştî ko valakirina gundan re bajarên mîna Stenbol, Bursa, İzmir, Mersin, Adana .yê de kurd zêde bûn. İro %60'î kurd van bajaran da dijîn. Ew kurdên ko wan bajaran de jiyana xwe di domînin, her derê jiyanê de (bazar, mal, dibistan ) Tirkî diaxivin. Kêm malbat kurdiyê nîşanî zarokên xwe didin. İro bajarên em jî lê dijîn rewşa kurdî ber bi windabûnê di çe.
Em vê merhalê de pirsekê ji xwe bikin.
Gelo, çavkaniyên van pirsgirikan çi ye?
Ezê, çavkaniyên van pirsgirikan li ser du beşa bînim zimên:
Pirsgirika yekemîn aliyê dewletê çê dibe. Dewlet heta îro di got: Kurd tinin.
İro ev hêsta(fikra) wan têk çû. Çend pêngav jî avêtin. Pêngavên mîna TRT 6'ê pir girîng in. (Ezê nivîsek din de behsa TRT 6'ê bikim.) Ez hin zêde li ser -pirsgirikên ko ji aliyê dewletê çê dibin- na sekinim. Lewre ev mijare pir dirêj e. Ez hez dikim vê nivîsa xwe da zêde hî li ser pirsgirikên ko destê kurdan çê dibin nîqaş bikim.
Pirsgirika duyemîn nav me kurdan da ye.
Seîdê Norsî(Rehma Xwuda lê be.) kêmasiyên kurdan li ser sê beşan aniye zimên.
1- NEZANİ(CEHALET)
2- XIZANİ (FAKİRLİK)
3- ÇAVNEBARİ(ÇEKEMEMEZLİK)
Hewceye ko her kurd vê demê dest bi xebatê bike.
Emê xebateke çewa bikin?
Lazime her kurd mala xwe bikete dibistanek, nezaniyê nav xweda dûr bêxît.
Ji bo aboriya mala xwe bi xebitît. Gelek heval dê bêjin qey xebatek(iş) heye ko em na xebitin. Ew jî rast e. Bes hewceye ko em nanê xwe ji kevirî(berî) bi derxînin.
Nexwaşiya me ya herî dilê min di perçe dike çavnebarî ye. Çavnebarî, hesûdî nav gelê me da pir gelek e. Hin caran em hez nakin birayê me rewşeke xweş da bît. Ji ber vê cavnebariyê ye ko em kurd zêde pêk nakin
Hevalên/hevalinin ezîz! Lazime ko em bîrnekin her mirovek cîhanek e. Her cîhanekê de tiştên cûda hene. Her mirovek xwedî hêst û ramanekê ye. Di be ko hêst û ramanên her kurdekê jî cûda bin. Ev ne şaşî ye. Şaşî ewe ko em hêst û ramanên cûda qebûl nakin.
Bi gotina Seîdê Kurdî ezê nivîsa xwe ya yekemîn bi domînin:
>> Her mirovek dikare bêje rêya min rast e,
Belê nikare bêje rêya rast tenê ya min e.>>
Macîd Marûnus
[1] Kovara Nûbihar Mijar 106; nivîsa Süleyman Çevîk.














xwe ,li gel kurmamê xwe,li gel jinbira xwe, xaltika xwe,dikandarê xwe,mêhvanên xwe birayê xwe herdem herdera kurmancî biaxivin........