Portreyek herêmî: Suto Axayê Oremarî

Portreyek herêmî: Suto Axayê Oremarî

Oremariyan dema pêvîstiyek heba diçun iraqê dikirîn. Çend ticareta miletê kurd yê Oremar u yên Colemêrgê hemu diçune îraqê.

NIVÎSA MİTHAT KUTLAR

Koka ew kesên ku em niha dibêjinê xelkên Oremarî, bi esasî li şernexê, nav herêma Cizîra Botan tê. Gorî gotinên Selim Oremar, bapîrê suto (Lemdîn) û birayê wî (Mefê) cizîra botan koç kirine li Colemêrgê. Mîrê Cizîra Botan nameyekê rêdike bo Mîrê Colemêrgê da ku malbatên Lemdînî û Mef’îyan cih bike nav erdê xwe. Mîrê Colemêrgê van kesan qebûl dike û rêdike Oremar; dike cînarê Ermeniyan. Wek tê zanîn Mîrê Colemêrgê Lemdîn û Mefê emanet qeşeyê Dêra Mate dike.[i] Rastî Oremar wê demê temamî cihê Ermeniyan bu. Tev Ermenî van deran di jiyan. Lê belê piştî komkujiya Tirkan ya li ser Ermeniyan destpêkirî, desthilatdariya/hikmê Oremarê ket bin destê Mef û Lemdîniyan.

Hikmê serokatiya miletê Oremar herdu birayan, nabenda xwe da car car diguhertin. Lê belê wextekê li ser mijara axatiyê bêtifaqî çêdibe û dikevine şer. Dumahîka şer, neviyên Mef’iyan şeş neviyên Lemdîniyan dikujin.[ii] Ew bûyere nabenda her du binemalan de dibe xîndariyek mezin. Lemdînî pişt wê bûyerê koç diken gundê Nêrwe. Gorî gotinên Selim Oremar, çend gundên îraqê; Şêladizê, Dîvana, Dihok, Hewlêr hêj gelek Lemdînî dijîn.[iii]

Xîndarî gekel salan didome. Axayê Lemdîniyan Taha bu. Taha birayê Suto bu. Suto gelek caran digote birayê xwe Taha: “em dê kengê tola xwe vergirin? Çima em wê xînê erdi narakin?”  ji ber gazindên Suto, Taha Axa rojekê bi kerb manê dibêje: “ ew kesê tola me veke ew dê bibe axayê Lemdîniyan!”

Suto dibêje:

“ez dê wê tolê vergirim”.

Paşra jî çend siwarên xwe we diçe ser rêya zoma Mêrgezerê û svarên xwe we bi çek manê dimîne benda neviyên Mef’iyan. Di encamê de Suto heft kesan dikuje. Suto, dumahîka vê buyerê we dibe axayê Lemdîniyan. Piştî vê buyerê êdî Suto Axa dibe axayek nav û deng. Nabenda her du binemalan Xîndarî wextek dirêj berdevam dike. Lê belê dumahîkê nabenda Lemdîn u Mef’îyan, saya Qeşê Dêra Mate aşitî çêdibe û xîndarî xelas dibe.[iv]

Xeva mirinê an jî kuştina Teto u Temo

Oremariyan dema pêvîstiyek heba diçun iraqê dikirîn. Çend ticareta miletê kurd yê Oremar u yên Colemêrgê hemu diçune îraqê. Kirîn u frotina xwe Îraqê dikirin. Rêya karvanan jî exlebe nav çihê Rêkaniyan de diçu. Suto rojekê diçe Îraqê ji bo danzdeh kurên xwe, bi armûş û zêr we hatî nexşkiyiyî, xenceran dide çêkirin. Minak, xencera kurê danzdê, danzdeh libên zêr u zîv li ser dida çêkirin; yê yanzdê jî yanzdeh libên zêr u zîv… Suto dibêje kesê xenceran çêdike:

“ez ewe çum. Paşê ezê birayê xwe Heyo rêkem ewan xenceran”

Xatra xwe dixwazît û zivirîte/vegere Oremar. Xencer sê çar meh dîtir ancax temamî tên çêkirin.   Rojekê Suto Axa birayê xwe Heyo (heyder) li gel çend siwarên xwe re rêdike Îraqê da ku evan xenceran binît.[v]

Aliyek din ji hikmê Suto Axa li ser nêzîkî sed gûndan hikim dikir. Hersal ‘deh yêk’a gûndiyan dida xirkirin. Zêdetir jî nav gûndên rêkaniyan we xir dikir. Wextekê gûndiyên Rêkaniyan êdî vê revşê gelek bêrehet bun. Bi rastî axayên Rêkaniyan Teto u Temo jî hêj hay vê revşê nebibun. Teto u Temo birazayên Mikail Axa bun. Axayê Rêkaniyan ê mezin Mikaîl Axa bu. Lê belê êdî axatî Mikail Axa ji bo herdu biraziyên xwe dihêla. Gava ev xeber çu guhê Teto u Temo, hundirê van kerb we tejî bu. Çi ku bo axayekê şerma herî mezin ew e ku êlatê wî/gundîyên wî wergiyê bide axayek dî.

Sûto Axa çawa hikmê xwe dibe ser gundiyên Rêkaniyan? Teto sund xwar ku vê şermê li ser axayên Rêkaniyan rake. Heyamek derbaz bu hate axaftin ku birayê Sûto Axa Heyo hatiye Îraqê u çend tiştên bi qîmet jî cem wî hene. Teto benda rojek wusa bu. Bi zu çend siwarên xwe amade kirin û çu li ser rêya Heyo. Daxvaza Teto ev bu ku çend malê karvanê suto dest bistînît û malê Suto talan biket. Dema Heyo tê nevalekê Teto dike gazî Heyo:

“heyoo çend malê barkiriyî li karvanê hebî hemiyê bihêle u here”  

Heyo:

“ev kê ye mirina xwe digeriyêt u hez dike karvanê Sûto Axa talan bike? Velle ez xwe derziyekê ji nahêlim bo te u nadim te!!”

Kerbê Teto vedibe u Heyo dihêlî bin gulebaranê. Heyo u çend karvan dî, cih de dimirin. Teto çend karvanên Sûto bi hemu barên kavranan we talan dike. Xencerên, zêr u zîv ve hatî çêkirin jî hilgirtin, paşê jî zivirî Rêkan’ê. Gorî xwe bi kêf manê diçe u mizgînîya dide Mikaîl Axa.

Mikail Axa dibêje Teto:

“aha te nehe mala me xerap kir. Tu çawa diçî karvanê Suto Axa, talan dike. Ev buyere dê bibe dumahîka jiyana me. Te çima mala me xerap kir teto! Em dê niha çi bikin? Dê çine kîrê? Em dê çawa bin zilma Suto xwe xelas bikin? Suto heta kesek me nemîne dê tola xwe weke”

Xeberê nebaş/xirab zu digehe xwedanê malê. Suto Axa dema hay xeberê nebaş dibe, dilê wî kerb u xwînê we tejî bu. Ji bo tola birayê xwe sund dixwe. Xwe ra dibêje:

“ew kesê nezan u mirina xwe xwestiyî kê ye? Ma nizane ku ew kesê birayê min bikujî ez nahêlim sax bimîne li ser dinyayê?”  

Lê belê destpêkê de hevce ye ku, bête zanîn ka kê birayê wî kuşti ye?” Paşê bêhnekê xwe ra difikirît û dike gazî kasidê xwe:

“here cem ew kesê xencer çêkirî. Bêjê, hanê bo te sed zêrê reşad. Heta saleke dîtir wekî xencerên te ên bo Suto Axa çêkirî ji bo çi kesek dî neçêke.”

suto1.jpg
Suto Axa: milê rastê dora duduyan. Sal: 1915–1918

Armanca Suto ev e ku nabenda salekê da xenceran peyda bike. Ka cem kê ye? An jî destê kê da dê peyda bike? Bi rastî istixbarata Suto gelek xurt bu. Meh ser mehan derbaz bun. Rojekê xeberek hate bo suto Axa. Gorî xeberê, birayê wî Heyo, axayê Rêkaniyan; bi destê Teto we hatiye kuştin. Xencer cem Teto û kesên malbata wî hatine dîtin. Suto sund dixwe û dibêjî ewan kesek me kuşt, lê belê ezê du kesên mezinên wan bikujim. Da ku bizanin wê herêmê bilî hikmê Suto teyr jî nafirî.” [vi]

Lê belê wê tolê dê çawa hilgirî? Suto dikeve nav fikirên kur. Dumahikê dibêjî:

“ez dê keça xwe bidim Teto u xizmaniyê gel rêkaniyan bikem da Teto u Temo nêzîk me bibin. Paşra jî dema min derfetek dî, ez wan herdu birayan dê bikujim û xwîna birayê xwe erd rakem.”

Belê, plana Suto ev bu. Nabeynekê xeber rêkire nav Rêkaniyan:

“Suto hes dike gel Rêkaniyan bibe xizm”

Rêkanî eşîrek herî mezin û xurt e ancax xizmaniya Oremariyan jî dê wan re baş bê”  

Bi rasti rêkaniyan dema ew xebere bi devê qasidê Suto guhdar kirin, şaş man. lê belê aliyekê da jî pê xizmaniya Suto axa hikmê van dê hêj firehtir biba. Mikail Axa teklifa Suto dumahikê qebul kir. Çi ku ew xizmaniye dema buyera Heyo bête zanîn belku bibe sebebê aşitiyê. Bi rasti Mikail Axa u Temo wusa aliyê erênî we difikirîn. Haj plan u telikên Suto Axa nebun.

Kurê Heyo bo qirara mamê xwe Suto bêdil bu. Haj palnên Suto nebu. Bi kerb manê gote mamê xwe:

“ew kesên ku babê min kuştî çawa dê bibin xizmê me? Tu çawa tiştek wusa dike. Xîna bavê min erd dihêlî?”

Suto plana xwe dibêje birazavayê xwe:

“tu qet meraqê neke. Ez Sutoyê selim qet xîna birayê xwe dihêlim erd? Tu bêhin fireh be. wext dê bê devran dê zivirî u ez dê tolê wergirim”

Belê rastî jî Suto bêhin fireh hereket dikir. Keça xwe Helîma da Teto u gel Rêkaniyan bu xizm.

Pê xizmaniyê, gelê Rêkaniyan gelek kêf xweş bibun. Çi ku armanca Suto kifş nekiribun.

 Sal derbaz bu. Suto bo keça xwe Helîmayê hinek jahr rêkir da ku Teto bikuje. Lê belê hindî vext çuyî bi rastî Helîma’yê zêdetir hej Teto dikir. Dilê wê nedikarî Teto bikuje. Suto zanî ku Helîma nikarî Teto bikuje. Ji ber wê, çareseriyek dî fikirî. Çenn sal derbaz bun. Suto xeber rêkire bo Teto u Temo. Gote wan bihara me isal xweş derbaz dibe. Zomên me isal gelek xweş in. Hun dikarin bi temamî celebên xwe we bên u bine mêvanê min li Mêrgezerê.”

Teto u Temo ji bo teklîfa mêvandariya Suto Axa kêfxweş bun. Aliyekê jî derangu u zomên Rêkaniyan wê salê qet baş şîn nebibun. Ew teklîf wê aliyê we jî bo herdu birayan baş hat. Lê belê dema gazîkirina Suto çu guhê Helîmayê, Helîma bi tirs we ket. Helîmayê gote mêrê xwe Teto: 

“neçe, bavê min nîyet e ku te bikuje. Berî niha jî jahr dabu min, da ku ez te bikujim. Lê belê min nikarî te bikujim. Çi ku tu malxê min î. Tu bi xwedê ke neçe mêvandariya bavê min.”

Teto piştî çend salên xizmaniyê, baver Halimayê nake u dibêjî:

 “Eve çend sal derbaz bun ku em xizmên hevudu ne. Çi bibe bila bibe ez dê biçime mêvandariyê.”

Teto û Temo nêzîkî pênceh siwarên çekdar we xwe amade kirin, du-sê hezar celeb jî bi şivanên xwe we dane bera xwe u çun mêvandariya Suto Axa. Çend seetan rê çun u hatin nêzîk gundê Suto, qesra Nêrwe. Suto dema zanî ku mêvan nêzîk Nêrwe we hatin.[vii] Çu pêşiya Teto u Temo, xêrhatina wan kir. Gote wan:

“hun xêr hatin, ser seran u ser çavan hatin. Ez gelek kêf xweş bum ku we mêvandariya min qebul kir. Eger hun bixwazin em işev li wir (Nêrve ) qesra min bibin mêvanê min. Em subê zu rabin bihevra kevin rêkê ca biçin zoma Mêrgezerê.”

Teto û Temo jî got:

“em jî kêfxweş bun ku we em gazî kirin. İnşallah dê ji bo me hemu kesan

Wext bi kêf û coşeke herî mezin derbaz bibe”.

Xêr hatin xelas bu. Çun diwana qersrê runiştin u ser revşa êlat axaftin. Xwarina xwe xarin û çend qehve jî li ser vexwarin. Vext borî… Roj ava bu u tarîtî kete ser erd u esîman. Mêvan û mêvandar êdî hazirîya razanê kirin. Suto kire gazî xulamên xwe:

“herin çend siwarên gel Teto û Temo hatî, her malê pêncan Bikin mêvan. Temo û Teto dê qesra min da ciheke taybey dê razên. Dê zu bin mêvanên min gîro nekin.”  

Teto û Temo ji bo mêvandariya Suto careka dî minetdariya xwe pêşkêş kirin. Paşê jî wekî Suto xwestî her kesek çu ser cih û odeka xwe da ku razên. Suto jî xatra xwe mêvanên xwe xwast u çu odeka xwe ya razanê. Lê belê, ma benda nivistina Temo ûTeto. Wext borî… jiyan borî…heyv nîvî bu… û şev jî bu nîva şevê. Dem hat. Dema mirinê hat. Dema xeva mirinê hat. Suto çend mêrkujên xwe, bêdeng rêkirin odeka herdu birayan.[viii] Piştî bêdengiyeke kurt, qêrîna Temo û Teto, nabenda xev û bêxeviyê da bilind bu ber esîman. Belê, jiyan davî bu… herdu cendek bin xencerên bêvijdanî mîna elegê lêhatin. Êdî cendek hêdî hêdî sar bun… germahiya çîroka mirina wan heta niha jî didome. Çîroka Temo û Teto, dibe çîroka xeva mirinê, nav gelê Kurd. Heta niha jî li ser vê buyerê çend bend tên gotın…  

Qesra Nêrwe li korê da

Rojhelat û şevqê lêda

Teto û Temo her du bira

Kûştin hej xewê da.

Qesra nêrwe hir mij e

Lê baranê gije gije

Kê dîtiye devrê heft zemanan

Xezur lêdet û zava bikûje[ix]

…………………………..

[i] Selim Oremar: https://www.yuksekovahaber.com.tr/news_detail.php?id=1179
[ii] Tahir Pala re Hevpeyvînek taybet. 2004
[iii] Selim Oremar: ev sîteya hatî behs kirin.
[iv] Tahir Pala (nevîyê sûto axa) re Hevpeyvînek taybet. 2004
[v]  Tahir Pala re Hevpeyvînek taybet. 2004
[vi] Tahir Pala re Hevpeyvînek taybet. 2004
[vii] Muhsin Kızılkaya, “Eski Zaman Eşkiyaları” Sel Yayınları, 1999, S:45-47
[viii] Ev agahiyên Tahir Pala u Ehmedê Ehya ji me ra gotî, nêzîk hevudu bun.
[ix] Ev çend çarîn, dapîra min Amînayê digot. Ewê jî Xemê re (Jina Osmanê kûrê Sûto) bihîstî bu.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
14 Yorum