

Kuro nehelê
Bédavlı Hüseyin ağanın çocukları gür ormanlarla kaplı dağlardan döndükleri bir akşam babalarına başlarından geçen ilginç bir olayı anlatırlar: "Baba bugün biz dağda bir insan gördük, ama tövbe insan değildi. Anadan doğma, çıplak, uzun saçlı, dev gibi bir şey. Dört Ayı ile beraber dolaşıyordu, bizi görünce kaçıştılar. Arkalarından koştuk yetişemedik. Paşî Kezîban îkna dibe û ji bota dara gûzê derdikeve. Evdila bi milekî û Resûl bi milekî re digirin û tînin malê. Li malê, li serê jor didin rûniştandin û bixwe jî li pişta derî rûdinin. Hîn jî ditirsin. Evdila Kezîbanê dide pey xwe tê qaymeqamtiyê. Dema ku çavên qaymeqam bi Evdila dikevin dipirse: Ma te anî?
Hüseyin ağa ile çocuklar sözleşirler; "Dağa gene çıktığınızda o mahlûku görürseniz karşı tepede bir ateş yakın, dumanı tütsün."
Hüseyin ağa iki gün dağdan yükselecek dumanı bekler. Kızılderilileri bilir miydi Hüseyin ağa bilinmez ama dağdan Kızılderililerin de kullandığı yöntemle haber gelir; mahlûk görülmüştür.
Hüseyin ağa, çar çabuk tüfeğini alır dağı dolanıp dumanın peşinde çocukların yanına varır. Çocuklar ona yere yatmasını işaret ederler. Sürünerek çocukların yanına varan Hüseyin ağa az ilerilerinde beş ayı ile beraber acayip mahlûku da görür. Diğer ayılar mahlûkun eline ayağına sıçradıkça o da onları eliyle terslemektedir. Bir ara ayılardan biri Hüseyin ağayı fark edip kaçmaya başlar. Ardından diğerleri
Hüseyin ağa ayağa kalkıp bağırmaya başlar; "Kuro nehelê, Kuro nehelê" (Ulan kaçma, ulan kaçma). Hiç biri ağanın sesine dönüp bakmaz bile. Arkalarından beş el ateş eder ama tutturamaz kaçıp gözden kaybolurlar.
Aradan zaman geçmiş, aylardan ekim olmuştur. Şeyhlerin yıkık konaklarının şehri Nehri'de akşam olmak üzeredir. Çocukları ve hanımları zomaya (yaylaya) çıkmış olan Nehrili Abdullah (Abdullah Çiftçi) yeğeni Resul ile beraber tüfeklerini kuşanıp dut ağaçlarına dadanan ayıları vurmaya karar verirler.
Eski konağın yıkık duvarları arasından dut ağaçlarının yanına vardıklarında Recep olduğu yerde donup kalır. Nehrili bakar ağacın altında iki ayı var. Hemen saklanır usulca onları rahat görebilecekleri bir yere dolanırlar. Tüfekler ayılara doğrultulur. Nehrili, son anda namlunun ucundakinin insan olduğunu anlar, yeğenine döner; "Az kalsın bir hata işleyecektik bu dut yiyen mahlûk ayı değil insan!" Yeğen cin görmüş gibidir; "Bak amca çok ava cıktın, çok can aldın işte Allah getirdi ayağına dolaştırdı. Bir insan vurup sürünesin diye!"
Nehrili şaşkındır; "İyi ama eğer insansa yanındaki ayı neyin nesi? Sonra niye anadan doğma çıplak?"
Resul, amcasından daha çok korkmuş olan biteni doğaüstü nedenlere bağlamaktadır; "Amca bu harabe evin sahibi olmasın? Mezardan kendi dutunu yemek için çıkmıştır belki. Bu, cin veya peri gibi bir şey olmasın?"
Amca, yeğen bunları konuşurken dut ağacının altındaki mahlûk iki ayağı üstüne kalkıp ağacın dallarını eğiyor, dutları avucuna doldurup sonra da oturup yiyor. Yanındaki ayı eline, ayağına atlıyor, sırnaşıyor. Nehrili, yeğenin dediklerini düşünüyor: "Eğer bu cin peri gibi bir şey olsa Kur-an'ı Kerim'den bir ayet okuyunca gözden kaybolur."
Başlar İnna enzelnahi duasını okumaya. Sonra iki yanına üfleyip başını kaldırır. Mahlûk hala oradadır. Madem hala ordadır o zaman bu bir cin veya peri değil gerçek insandır.
Nehrili, mahluku yakalamaya karar verir. Tüfeğini yeğenine verir harabenin duvarından atlarken ayağının altından bir taş kayar, mahlûk sesle irkilir ayağa kalkar ve etrafına bakınır. Kimseyi görmeyince tekrar yerine oturur. Saklandığı yerden tekrar harekete geçen Nehrili'nin ayağı bu kez bir çalıya takılır. Mahlûk, garip bir çığlık atarak tıpkı bir ayı gibi dört ayağı üzerinde kaçmaya başlar.
Nehrili de tıpkı Hüseyin ağa gibi " Kuro nehelê, Kuro nehelê!"diye bağırarak ardından kovalamaya başlar.
Az ilerilerindeki derede yaklaşık 45 metrelik bir aralık vardır. Mahlûk, dört ayağı üzerinde atlayıp karşıya geçip içi boş bir ceviz ağacının içine saklanır. Bu arada Resul de dereyi geçebileceği uygun bir yer bulur. İçi boş ağacın karşısında elinde tüfeğiyle beklemeye başlar. Nehrili Abdullah da dereyi geçip ağacın etrafında korkuyla dolanıp durur. Ay ışığı etrafla beraber ağacın kovuğuna saklanmış olan mahlûku da aydınlatmaktadır.
Uzun saçlı, iri memeli ve kocaman cüsseli bir şeydir. Korkuyla solumaktadır.
Nehrili, Kürtçe sorular sormaya başlar:
Adın ne ? Kimsin? Nesin?
Cevap alamayınca sorular bu kez Türkçe gelmeye başlar:
"Bacım kimsin? Nesin? Necisin sen?"
Ağacın içindeki ağlamaklı bir sesle cevap verir:
"Beni vurmayın ne olur. Korkuyorum"
Dışarıdakiler rahatlarlar:
"Korkma, niye vuralım seni bacım, niye bizden kaçıyorsun? Hem niye ayılarla dolaşıyorsun?
Ayılar fakir hayvanlardır insana bir şey yapmazlar!"
Peki der Nehrili; "Adın ne senin, nerelisin? Nasıl geldin buralara?"
Sorularla cevaplar birbirini kovalar. Adanalıdır Keziban, Adana'nın Kazgan köyünden. Evlidir, kocasının adı Mehmet'tir, iki çocuğu vardır. Zaman zaman bir haller olur kendisine, her şeyi unutur en son gene Mart ayında böyle olmuş, ayıların yanında bulmuştur kendini.
Sohbet derinleştikçe Keziban ikna olur, saklandığı yerden çıkar. Bir koluna Resul, bir koluna Nehrili girer, yürüterek eve getirirler. Evde yüksekçe bir yere oturturlar, kendileri de kapıya yakın bir yerde otururlar.
Hala korkmaktadırlar.
Keziban'ın etleri güneşten yanmış, kararmıştır. Kalçaları devetabanı gibi pul pul olmuş, nasırlaşmıştır. Saçları göbeğine kadar inmiş, tırnakları uzun hançer gibi kıvrılmıştır.
Ömürlerinin en uzun gecesini yaşar Nehrililer.
Sabah olduğunda zomadan çoluk çocuk, kadın herkes iner 'dağ adamını göreceğiz' diye. Merkezden, köylerden herkes nehrinin yolunu tutar.
Keziban'a bir donla bir entari verir kadınlar. Ama dışarı çıktığında bir kenara koyar donla entarisini.
Nehrili birşeyler anlatmaya çalışır: "Bacım bu don, bu da entari. Bunları giy öyle gez. Böyle üryan gezme.
Şemdinli'de kaymakamlığa bir yarbay vekâlet ediyor o zaman. Nehrili eşraftandır, zaman zaman yanına gittiğinde şakalaşır: "Bana bir pasavan(pasaport yerine) verin. İran'a gideyim. Oradan size bir yıllığına mı olur, altı aylığına mı olur güzel bir acem kızı alıp geleyim."demiştir.
O da ne zaman Nehrili'yi görse hemen sorarmış: "Getirdin mi?"diye.
Nehrili peşine Keziban'ı takıp kaymakamlığa getirir. Kaymakam, Nehrili'yi görür görmez hemen sorar; "Getirdin mi?"
Nehrili: "Vallahi bu kez getirdim"
Kaymakam telaşlanır; "Doğru mu?"
Vallahi doğru, adı da Keziban."
Keşke buraya getirmeseydin şimdi dedikodu olur bari eve götürseydin."
- "Hele bir gör beyim"
Dışarı bağırır; "Keziban!!!"
Resul Keziban'ın kollarına girip odaya getirir. Kaymakam, Keziban'ın ellerini görünce sararır, sandalyesine yığılır.
Adana'ya tel çekilir sonra. Keziban sorulur.
Cevabı erken gelir "Doğru!"diye. Keziban bir ata bindirilir Yüksekova'ya gönderilir. Yolculuk Adana'yadır.
* Şemdinli Röportajı Adlı kitaptan, aynı adla yayınlanan bölümden dramatize edilmiştir.
Kuro Nehelê
Şevekê kurên Husên axayê Bêdawî, piştî ku li çol û çiyan wedigerin malê bûyereke balkêş ku bi serê wan de borîbû ji babê xwe re dibêjin:
Babo me îro li çiyê mirovek dît, lê tobe qet nedişibiya mirovan. Yekî tazî (rus), pordirêj û hindî dêwekê bû. Bi çar hirçan re digeriya, dema ku em dîtin bi hirçan re ji ber me revî, me da pey wan lê belê em pê re negihîştîn.
Husên axa kurên xwe tembîh dike û jê re dibêje: Dema ku hûn careke zdin çûn çiya û we ew mehlûq dît, li serê çiya agirekî hilkin bila dûxana wî bilind bibe.
Husên axa du rojan li benda dûxana agirî dimîne. Nizanim ka Husên axe Çermsor dîtibûn an na, lê li çiyan, rêbaza ku Çermsoran bikardianî wî jî bikardianî û bi wê rêbazê mehlûq dihat dîtin.
Bi bilindbûna dûxana agir re Husên axa dest dide çeka xwe li çiyan digere û xwe bi agir re digihîne. Kurên wî îşaret didinê ku xwe venusîne. Husên axa xwe vedinusîne heta tê cem kurên xwe û lê dinêre ku ew mehlûq bi pênç hirçan re, çendekê ji wan wê de sekinîne. Her ku hirç xwe digihînin dest û piyên mehlûqê, ew jî hewl dide ku wan ji xwe dûr bixe. Di vê navê de hirçek bi Husên axa dihese û direve. Paşî jî hirçên din.
Husên axa radibe ser piyan û dike gazî: Kuro nehelê (ne reve), kuro nehelê. Lê belê kes bi ya wî nake. Axa pênc guleyan berdidê, lê belê lênade.
Di navberê de demeke dirêj derbaz dibe, meha Kewçêrê digihîjê. Tarîtiya şevê hêdî hêdî xwe bi ser bajarê qesra xirabe ya şêxan de berdide. Wê şevê Evdilayê Nehriyê (Evdila Çîftçî) ku jin û zarokên wî li zomê bûn, bi biraziyê xwe Resûl re biryar dide ku biçin kuştina wan hirçên ku dihatin tûyan.
Dema ku di nava dîwarên xirabe yên qesra kevin de xwe gihandin nêzîkê darên tûyê, Resûl di cihê xwe de matmayî dimîne. Lêdinêrin ku li binê dara tûyê du hirç tûyan dixwin. Xwe bêdeng dikin, li aliyê din, cihekî ku bi hêsanî bikaribin wan bibînin peyda dikin. Paşî berê çekên xwe didin hirçan. Di kêlika dawiyê de Evdila pêdihese ewê ku wî stêre lêgirtiye ne hirç e lê belê mirov e. Li biraziyê xwe dizivire û dibêje: Hindik mabû em xetayeke mezin bikin. Ev mehlûqê ku tûyan dixwe ne hirç e, mirov e. Biraziyê wî lêdizivire dibêje: Binêr mamo, tu gelek derketî nêçîrê, te gel can standine, vaye Xwedê anî û bir û anî ber lingên te ku tu mirovekî bikujî û serê xwe bikî belayê.
Evdila: Başe, lê heke mirov be çi karê wî digel hirçê de ye? Her wina çima tazî ye?
Resûl ji mamê xwe bêtir ditirseû vê bûyerê girêdide sedemên ji derveyî sirûştê û dibêje: Mamo ev ne xwediyê mala xirabe be? Belkî ji bo ku tûyên xwe bixwe ji gora xwe rabibe. Dibe ku ev cin an jî periyek be?
Dema ku mam û birazî van yekan diaxivin, mehlûqa li binê dara tûyê radibe ser piyên xwe, çiqên darê nizim dike, tûyan jêdike dixe nava destên xwe paşî jî rûdine û dixwe. Hirça li ber kêlekê jî xwe davêje destê wê da ku tûyan jê bistîne. Gotinên biraziyê Evdila tên bîra wî.
Dibêje: Heke ku ev cin an jî perî be, ku mirov ji Quranê ayetekê bixwîne wê li ber çavan winda bibe û dest pê dike ayeta Înna Enzelnahî dixwîne. Paşî pif dike her du aliyên xwe û paşî serê xwe radike. Lê belê mehlûq hîn jî li wir e. Dêmek ev ne cin ne jî perî ye, ev mirov e, dibêje ji xwe re.
Evdila biryara xwe dide ku wê mehlûqê bi destan bigre. Çeka xwe dide biraziyê xwe û di nava dîwarên xirabe re ber bi mehlûqê ve diçe. Dema ku xwe bi ser dîwarê xirabe re davêje kevirek li ber piyên wî gêr dibe. Mehlûq pê dihese, vediciniqe, radibe ser piyan û li derdorên xwe mêze dike. Dema ku kesê nabîne dîsa li cihê xwe rûdine. Vê carê lingê Evdila li qirjikan dikeve, li ser vê yekê deng bi mehlûq dikeve, mîna hirçan li ser çar dest û piyên xwe dest bi revê dike.
Evdila jî mîna Husên axa lê dike qêrîn: Kuro nehelê, kuro nehelê. Û dide pey.
Hinekî ji wan wêde newaleke 4-5 metroyî heye. Mehlûq mîna hirçan li ser dest piyên xwe, di ser de baz dide û di bota dareke gûzê de xwe vedişêre. Di vê navê de Resûl jî cihekî guncan dibîne ku derbazî aliyê din ê newalê bibe. Çek di dest de, li hemberî dara gûzê ya nava wê bot disekine.
Evdila jî li newalê derbaz dib, bi tirs û xof li dora dara gûzê tê û diçe.
Tava heyvê tevî derdorê, mehlûqa di nava bota gûzê de jî ronî dike.
Tiştekî pordirêj, memik mezin û bi xof e. Bi tirs bêhna wê lêdide.
Evdila bi kurmancî dipirse: Navê te çi ye, tu kê yî?
Dema bersiv nagire vê carê bi tirkî dipirsi: Xwîşka min tu kê yî, çi yî, çi tişt î?
Ya di bota dara gûzê de bi dengekî kelogirî bi tirkî bersiv dide: Çi dibe min nekujin, ez ditirsim!
Li ser vê gotinê bêhna Evdila û Resûl dertê.
Ne tirse. Ma emê çima te bikujin? Tu çima ji me direvî? Hem tu çima bi hirçan re direvî?
Hirç heywanên feqîr in, tiştekî bi mirovan nakin
Başe dibêje Evdila: Navê te çi ye, tu ji ku derê yî? Tu çima hatî van deran?
Piştî pirs û bersivan tê zanîn ku ku ji Edeneyê ye navê wê Kezîban e, ji gundê Kozganê ye. Zewiciye, navê mêrê wê Mihemed e, du zarokên wê hene. Hin caran hewa dide serê wê, her tiştî ji bîr dike. Herî dawî di meha Adarê de dîsa hewa daye serê wê û paşî xwe li cem hirçan dîtiye.
Goştê bedena Kezîbanê li ber tavê şewitiye. Qalçeyên wê mîna simên hêştiran hês û xwar bûne û kengirûk lê hatine. Pora wê heya ser bejna wê hatiye, neynokên wê dirê bûne û mîna xencerê tûj bûne.
Şeveke herî dirêj derbaz dike xelkê Nehriyê. Roja din bi serê sibê re, ji bo ku mirova çiyayî bibînin, zarok, jin û mêr tev zomê berdidin û tên gund. Li navçe û gundên derdorê jî her kes berê xwe dide gundê Nehriyê.
Jin cil bergan didin Kezîbanê. Lê belê dema ku Kezîban derdikeve ji derve cil û bergên xwe têxe. Evdila dixwaze hin tiştan pê bide fêmkirin: Xwîşka min, ev cil û berg in, van bike ber xwe paşî bigere, wisa tazî negere.
Di wan deman de serhengek (yarbay) vekaleta qaymeqamtiya Şemzînanê dike. Evdila yarîker (henek) e. Car caran ku diçe cem serheng yariyên xwe pê dike û jê re dibêje: Ji min re pasavanekê (pasaport) bidin, ezê herim Îranê, ji bo salekê be, ji bo şeş mehan be ezê ji te re qîzeke xweşik a eceman bînim. Ew jî çend caran Evdila dibîne jê dipirse: Ma te anî?
Evdila: Bi Xwedê vê carê min anî
Qaymeqam tengav dibe: Bi rastî te anî?
Bi Xwedê rast e. Navê wê jî Kezîban e.
Xwezî te ne anîbûya vir. Wê niha fesadî bikin, xwezî te biribûya malê.
De ka ewil wê bibîne.
Deng li Kezîbanê dike: Kezîban!!!
Resûl milê Kezîbanê digire tîne odeya qaymeqam. Dema ku çavên qeymeqam bi destên Kezîbanê dikevin rengê wî diçe, dibehite, li ser kursiya xwe rûdine.
Paşî ji Edeneyê re telefon dikin û pirsa Kezîbanê dikin. Bersiva erênî zû tê. Kezîbanê li hespekî siwar dikin ber bi Geverê ve dişînin. Li wir jî berê wê didin Edeneyê.
Not: Ev nivîs ji pirtûka bi navê Şemdinli roportaji ji beşa ku ji heman navî hatiye nivîsîn de hatiye girtin û wekî çîrok hatiye analîzkirin.
Emin Sarı / meminsari@gmail.com![]()













